Beşar Esed dê heya sala 2014 li desthilatê bimîne

Ajans-KDP.info/ Wezîrê karên derva yê Suryeyê Walîd Mualim yê ku vê demê serdana Êranê dike ragihand ku, Beşar Esed dê heya sala 2014 li desthilatê bimîne û wê ji bo postê serokkomariyê têbkoşe.
Li gor gotnên wî hizra rêzek walatên Rojava û dewletên Ereb ku ji bo çareserkirina konflîkta Suryeyê pêwîste Esed îstîfa bike Şam parvenake.
Mualim tekez kir ku şidet li walêt ji alî komên terorîstîk yên ku bi bizava `Al-Qaydayê` ve grêdahîne tê berdewamkirin. Hukmet li hemberê wan têdkoşe û heman demê riyên çareseriyê jî digere. Hemkarê wî yê Îranê Alî Akbar Salehî ji alî xwe ve pozîsiyona Îranê ya ku Essed wek serok dewletê meşru yê Suryeyê heya sala 2014 qebuldike da diyarkirin.
Wezîr biryara Şamê ya despêkirina gotubêjan bi opozîsiyona çekdar re wek `gaveke grîng` binav kir.




