Serok Barzanî pîrozbahî li Sekreterê Tevgera Demokrata Aşûrî kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji Sekreterê Tevgera Demokrata Aşûrî re şand. Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Birêz Yunadim Yusif Kena Sekreterê Tevgera Demokrata Aşûrî
Bi helkefta sazkirina nehemîn Kongreya Partiya we û hilbijartina we yên birêz wekî Sekreterê Tevgera Demokrata Aşûrî û her wiha çil û sêyemîn salvegera damezrandina Tevgera Demokrata Aşûrî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û serkirdayetî û endam û alîgirên Tevgera Demokrata Aşûrî dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazîn.
Hêvîdarim biryar û raspardeyên kongreya we xizmeteke zêdetir li tebayî û fireh aliya Kurdistanê bike û birayetî û pêkvejiyana di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê kûrtir bibê. Partiya we jî li erk û çalakiyên xwe da pêşketineke zêdetir bi xwe ve bibîne.
Mesûd Barzanî
12.04.2022”




