25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî sersaxî ji Riyaz Sarî Kehiye re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî ji Riyaz Sarî Kehiye re xwest xwest, ji ber koça dawî ya birayê wî.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Riyaz Sarî Kehiye

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Kak Ziyad Sarî Kehiye birayê we yê birêz gihîşt me.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û malbat û kesukarên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im ruhê birayê we yê xwedêjêrazî bi behişta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi we û kesûkarên we bibexşe.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
09.04.2022”

Nûçeyên têkildar