Hejmarek leşkerên birîndar ên Sûriyê li Iraqê hatine çareserkirin

Ajans-KDP.info/ Peyvdarê wezareta bergiriya Iraqê ragihand, ku 4 leşkerên birîndar ên rejîma Sûriya li nexweşxaneya Rebî`e hatine çareserkirin.
Li angora reporteka ajansa nûçeya Fransa, bêjedarê wezareta bergiriya Iraqê Muhemmed Eskerî ragihand, ku 4 leşkerên birîndar ên rejîma Suriya ber bi nexweşxaneya Rebî`e ya ser bi parêzgeha Mûsilê ve hatine şandin.
Muhemmed Eskerî weha jî da zanîn, ku şerr di navbera hêzên supayê Iraqê û çekdarên opozisiyona Sûriya de li nêzîkî sînur çêbûye.
Muhemmed Eskerî weha jî da xuyakirin, ku ew destwerdanê di kar û barên navxweyî yên Sûriya de nakin.




