Parlemana Kurdistanê sipasiya parlemana Birîtanyayê kir

Piştî ku parlemana Birîtanya di rûniştina xwe ya roja 28/2/2013`e de tawanên komkujiya li dijî gelê kurdistanê bi tawana jenosîdê nas kir û bi fermî jî ji hikûmeta birîtanyayê xwest ku tawanên li dijî gelê kurdistanê bi tawana jenosîdê nas bike li hemberî vê helwestê parlemana kurdistanê sipasiya parlemana birîtanyayê kir.
Di sipasnameyê de parlemana Kurdistanê ew helwesta hêja û mirovdostane ya parlemana birîtanyayê li gel helwesta pêştir ya herdu parlemanan a Siwêd û Nirwêjê bilind dinirxîne ku zemîneyekî libartir diafirînê jib o ku li asta navdewletî tawanên dijî gelê Kurdistanê bi tawanên jenosîdê bê naskirin.
Di beşekî din ya sipasnameyê de parlemana Kurdistanê kesûkarên serbilind yên şehîdan û qurbaniyên tawanên jenosîda dijî gelê kurd pîroz kir û bi nave parlemanê û gelê Kurdistanê sipasî û pêzanîna xwe arasteyî serokayetî û hemû endamên parlemanê grûpa kurdistanê li parlemana Birîtanya û çalakvanên Kurd û dostên Birtîtanya dike ku bi dilsozî beşdarî li serxistina wê çalakiyê û derkirina wê biryarê kirine kir.
Parlemana kurdistanê daxwaz ji parlemana welatên din û neteweyên yekbuyî û encûmena asayîşa navnetewî dike ku rol û erkê berpirsyartî û mirov dostane ya xwe bilîzin jib o ku tawanên komkujiya li dijî gelê Kurdistanê li ser astê navdewletî bi tawanên jenosîd binasîne, taku êdî tu desthilat nikarbin tawanên komkujiyê û qirkirinê li dijî gelê xwe û hemû mirovatiyê encam bidin




