26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Malikî dest ji desthilatê berdide bi mercekî ku dûvçûn jê re nehê kirin

Çavkanî: KDP.info

Lîsteya El-Iraqîyye aşkere kir, ku pêşnîyazek keftîye destê wê tê de hatîye, Nûrî Malikî dest ji desthilatê berdide, bi mercekî ku dûkeftin jê re nehê kirin.
Di evê derbarê de li gorî ajansa (Aknews), bêjedarê bizava Wîfaqa Kurdistanî "Hadî Zelamî" ragihand, hindek alî hene pêkola nehêştina alozîya navbera Dewleta Qanûnê û alîyên sîyasîyên dinên Iraqê dikin, pêşnîyazek aşkere kirine, ku Malikî dê dest ji posta serokatîyê vekşîne li hember dûkevtin jê re nehê kirin.
Herweha got, dibe ku ev pêşnîyaza han ji alîyê Malikî bi xwe ve hatîye dan piştî vekombûna duhî digel Ce'ferî serokê encumena bilinda Îsalmî hatîye sazkirin.
Wek tê xuyakirin ku her yek ji alîyê Sedr û Iraqîyye û hevpeymanîya Kurdistanî li bajêrê Hewlêrê guftûgoyên xwe di bareya vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî dikin, eve jî bi rêya vekom kirina muhran.

Nûçeyên têkildar