25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî li rewşa tendirustiya Dr. Eyad Elawî pirsî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peywendiyeke telefoniyê de li rewşa tendirustiya Dr. Eyad Elawî pirsî.
Îro Çarşema 06.04.2022 Serok Barzanî bi mebesta pirsîna li rewşa tendirustiyê bi rêya telefonê peywendî bi Dr. Eyad Elawî ve kir ku piştî têkçûna rewşa tendirustiya wî ji bo welatê Urdinê hatibû veguhestin.

Di vê peywendiyê de Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo serkeftina wê neştergeriyê jî ragihand ku yek ji nexweşxaneyên welatê Urdinê ji bo Dr. Eyad Elawî hatiye encamdan û hêviya şîfaya bilez û tendirustiyê ji bo wî xwest.

Nûçeyên têkildar