Wezîrê darayî yê Îraqê dev ji postê xwe berda

Remadî -KDP.info/ Li gor ajansa wezîrê darayî yê Îraqê Rafih al-Îsawî daxuyanîkir, ku ew dev ji postê xwe berdide.
Ji dema gurbûna xwepêşandanên dijî hikumetê ve, ev cara pêşîne, ku wezîrekî sûnî dev ji postê xwe berdide.
Rafih al-Îsawî di dema axaftina xwe ya li pêşya xwepêşanderên li bajarê Remadî, ku wek navenda serhildana sûnî tê hesêb, ragihand: " Ez li pêşya we derbarê devjikarberdana xwe radighînim. Hikumeta, ku rûmeta xwîn û xelkên xwe nake jibo min ne derde."
Lê devjikarberdana wezîr hîn dive ji aliyê serokwezîr Nûrî al-Malikî ve bê qebûlkirin. Bi vî awayî statusê al-Îsawî heya niha ne eşkere ye.




