26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Joe Biden nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand û Newroza gelê Kurd pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyozê Amerîkayê yê Iraqê Matthew Tueller kir û di hevdîtinê de balyozê Amerîkayê yê li Iraqê nameyekî serokê Amerîkayê Joe Biden gehande dest Nêçîrvan Barzanî.

Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar dike ku Herêma Kurdistanê hevbeşeke girîng a Amerîkayê ye û pêbendiya berdewam û demdirêj a welatê xwe jî ji bo aramî û seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokê Amerîkayê tekez kiriye ku êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê şermezar dike û pesnê hevahengiya bihêz û dûrûdirêj a Herêma Kurdistanê û Amerîkayê nîşan daye, herwiha pabendiya Amerîkayê ji bo berdewamiya piştgiriya hêzên ewlehiyê yên Iraq û Pêşmerge, car din aniye ziman.

Di beşeke din a nameyê de Joe Biden tekez kiriye ku Amerîka Herêma Kurdistanê aram, seqamgîr û geş, weke beşeke sereke ji bo Iraqeke seqamgîr û geş dibîne.

Di dawiya nameyê de jî Serokê Amerîkayê cejna Newrozê li Nêçîrvan Barzanî û hemû gelê Kurdistanê pîroz kiriye.

Nûçeyên têkildar