25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û balyozê Amerîka rewşa siyasî ya li Iraqê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşema 30ê Adara 2022yan li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê Iraqê Matthew Tueller kir.

Di civînê de Balyozê Amerîkayê nameyeke Serokê Amerîkayê Joe Biden gihande destê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku tê de tekîdê li ser piştevaniya Amerîkayê bo Iraq û Herêma Krdistanê dike.

Herdu aliyan rewşa siyasî ya li Iraqê, pêngavên proseya siyasî û civînên parlamentoya Iraqê, rewşa Herêma Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pêşbîniyên wan ji bo paşeroja proseya siyasî li welêt gotûbêj kirin.

Di civînê de her du alî li ser pêdiviya hebûna sîstemekê hikumdariyeka saxlem li Iraqê li ser bingeha bawerî û hevbeşiya rasteqîne û pêgîrî bi destûrê ku rêya yekane ye ji bo aramî û seqamgîriyê hevnêrîn bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeya mêvan tekezî li ser girîngiya avakirina baweriyê û lihevtêgehiştina hevbeş di navbera aliyên Iraqî de ji bo derbaskirina rewşa heye û çareserkirina pirsgirêkan kir.

Gotûbêjên aliyan li ser yasaya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê, giringiya yekrêziya aliyên Kurdistanî li Bexdayê û bihevra karkirin digel aliyên Iraqî, giringiya berdewamiya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, têkeliyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel welatên deverê, şer û rewşa Ukrayna û bandora şerî, gotûbêjên Viyenayê li ser Dosyeya Atomî çend mjiarên din yên civîna Nêçîrvan Barzanî ya ligel Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê bûn ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê jî amade bû.

 

Nûçeyên têkildar