Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Amerîka kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 30.03.2022 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê û şandeke li gel da kir.
Di hevdîtinê de proseya siyasiya Iraqê û hengavên pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.
Her di vê hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê ji bilî dûpatkirina piştevaniya welatê xwe ya ji bo aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka xwazyarê wê yekê ye ku hikumeta nû ya Iraqê hikumeteke bihêz be, pêzanînên xwe jî ji bo rola Serok Barzanî ya li damezrandina Herêma Kurdistan û Iraqa nû û proseya siyasiya Iraqê hebû.
Di beşeke vê hevdîtinê de di derbarê gef û astengiyên li ber proseya siyasî û guşara li ser aliyên siyasiyan yên ji bo sernegirtina rêkarên desturî û demokratiyên li nav proseya siyasiya Iraqê danustandina bîr û ramanan kirin û di derbarê qeyrana siyasiya Iraqê Serok Barzanî ragihand ku ji bo rasterêkirina rewşa Iraqê pêwîste Encûmena Nûneran û damezraweyên wê dûrî li her cûre guşarek bi erkê xwe yên xwezayî rabin û bingehên şeraket û tewazun û destûrê bi cîh bikin.




