26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û wezîrê derve yê Luxembourgê rewşa Êzîdiyan û koçberên Şingalê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Luxembourgê Jean Asselborn kir.

Serok Barzanî îro Çarşema 30.3.2022 li Pîrmam pêşwazî li wezîrê derve yê Luxembourgê kir.

Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa siyasî ya Iraq û herêmê, qeyranên cîhanê û sedem û encamên şerê di navbera Rûsya û ukraynayê de hatin kirin.

Derbarê rewşa Iraqê de, her du aliyan hêvî xwast astengî li pêş proseya siyasî ya Iraqê nemînin û hikûmeta bê ya Iraqê, li hember giriftan berpirs be û Destûrê cîbicî bike.

Rewşa Êzîdiyan û koçberên Şingalê, mijareke din a civînê bû


 

Nûçeyên têkildar