26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komel û Yekgirtû digel vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî ne

Çavkanî: KDP.info

Parlîyamenterê Iraqê li firaksîyona Komeleya Îslamîya Kurdistanî "Fatîh Daraxayî" ragihand, ku helwêsta me digel bîr û raya alîyên dinên Kurdistanî li Baxdadê ye.
Di evê derbarê de li gorî ajansa (Aknews), Daraxayî ragihand, ku helwêsta me li ser pirsa niştimanî û neteweya Kurdî li Baxdadê yek bîr û yek helwêste.
Weha jî got, em li ser sazkirina kombûna parlîyamenta Iraqê ji bo vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî ji pileya serokatîya wezîran razî ne.
Herweha Fatîh Daraxayî da nîşandan, ku em dibînin ku ev pêngava han li dijî Malikî ya dawîyê, ji ber ku gelek derfet ji Malikî re hatin bo arîşeyên Iraqê çareser bike.
Ji alîyê xwe ve parlîyamenter fereksîyona Yekgirtû ya Îslamîya Kurdistanî li parlîyamenta Baxdadê ragihand, ku em bi hemû alîyên kurdistanî re ne bo wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî û em piştivanîya evê pêngavê dikin.
Herweha got, ez nabînim ku eve bibê sedema çareserkirina arîşeyan navbera herêma Kurdistanê û hukûmeta Iraqê.

Nûçeyên têkildar