25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Sekreterê Giştî yê OPECê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 28ê Adara 2022yan di çarçoveya hevdîtinên xwe yên Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê de li bajarê Dubay, ligel Sekreterê Giştî yê Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) Mihemed Barkîdo civiya.

Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên dualî û geşedanên herî dawî yên li navçeyê û bandorên neyênî yên milmilanî û nakokiyên navdewletî li ser bazara enerjiyê ya cîhanê û jiyan û debara welatiyan gotûbêj kirin.

Herwiha di civînê de tekezî li ser girîngiya hevahengî û yekkirina hewldanan ji bo seqamgîriya rewşa cîhan û bazara enerjiyê hat kirin.

 

Nûçeyên têkildar