26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Madeleine Albright di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê ji malbata Madeleine Albright wezîra derve ya Amerîkayê ya berê re dixwaze û dibêje, wê “di dîroka Kurdistanê de cihekî taybet heye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di twîtekê de xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya Madeleine Albright tîne ziman û sersaxiyê ji malbata wê re dixwaze.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Fikr û duayên min bi malbat û hevalên Wezîra Derve ya berê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Madeleine Albright re ne. Ew di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e ji ber ku di salên 1990'î de di rawestandina şerên navxweyî de rolek girîng lîst. Rehma Xwedê li ser be.”

Nûçeyên têkildar