Dadgeha Qahîre sizaya zîndankirina hata hetayîyê bi ser Mubarak de sepand

Dadgeha Tawanan a Qahîre sizaya zîndanîkirina heta hetayê li ser serokê berê yê Misrê "Husnî Mubarek û wezîrên wî yê navxwe "Hebîb Adilî" sepand ku wan herduyan di rê bi kuştina xwepêşanderan dane.
Dadgehê, di rûniştina xwe ya îro de her yek ji kurên Gusnî Mubarek Cemal û Ala digel 5 alîkarên Adilî bêguneh derêxistin.
Di evê derbarê de li gorî ajansa "Reuters", piştî derêxistina dadgeha Tawana Misirî fermana bêgunehîyê bo herdu kurên Mubarak, xwepêşandanan destpêkir û bi hezaran li meydana Tehrîr vekombûn.
Wek tê xuyakirin ku xwepêşandana ya ku li 25 çile 2011 dest pê kirîye di encamê de rejîma Husnî Mubarak hat roxandin û bi çendan kes hatin kuştin.




