26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî Cejna Newrozê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û Newroz li malbatên serbilind ên şehîdan, gelê Kurd û li tevahiya gel, pêkhate û Pêşmergeyên mêrxas ên Kurdistanê pîroz kir û got, “Parastina maf, destkeft û statuya Herêma Kurdistanê berpirsiyariya hevbeş ya me hemûyan e.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Cejna Newroz û sersala nû ya Kurdî gelek bi germî û ji dil li malbatên serbilind ên şehîdan, li gelê Kurd û li tevahiya gel, pêkhate û Pêşmergeyên mêrxas yên Kurdistanê pîroz dikim. Hêvîdar im hemû bi hev re digel xweştivî û ezîzên xwe cejneka bi xweşî di nav aramî û seqamgîriya Kurdistanê da derbas bikin.

Ez daxwazê ji welatiyên ezîz dikim ku di dema derketina derve û geşt û seyranên di nav xwezaya xweşik a Kurdistanê de, hindî ji wan bê pêgîriyê bi paqijî, bijîniyê û parastina jîngeha dilveker ya bihara welat bin, li xwe miqate bin û xweparêzî û rênimayiyên saxlemiyê li ber çavan bigirin.

Newroz ku cejna Azadî û nîşana berengarbûn û bawerî bi xwe hebûnê ye, sala nû û nûbûn e, li ser asta tak û kesî, bila paldera nûbûna hizr û ramanên me hemûyan be û bikîn destpêkek nû ji bo jiyan û têkiliyên me, ji bo aştiyê hêvî û geşbînî û ji bo çawaniya muamelekirin digel pêşhat û bûyerên derdora me da.

Li ser asta giştî jî, ji hemû deman zêdetir erkê hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê bi giştî ye ku yekrêz û hevgirtî bin û bi hevbeşî bi hevre ji bona em hemû bi yekgirtî rûbirûyê dijwarî û gefan bibîn û bi serkeftî jê derbas bibîn kar bikîn.

Parastina maf û destkeftiyan û qewareyê destûrî û siyasî yê Herêma Kurdistanê, wekî ka çawa berhemê tekoşîna hemû Kurdistaniyan e, her wiha jî berpirsiyariya hevbeş ya me hemûyan e daku bi hevre ber bi paşerojeka baştir û ronahîtir bi dilrehetî pêngavan bavêjîn û serbikevîn.

Bi vê helkeftê, careke din tekîd dikin ku Herêma Kurdistanê wek her tim berheve hemû pirsgirêk û nakokiyan digel hikumeta federal ya Iraqê bi diyalog û li ser bingehê destûrê çareser bike. Herêma Kurdistanê, weke hertim, ji bo pirsgirêkên Iraqê fakterê çareseriyê dibe û ji bona aramî û seqamgîriya welatî alîkar û hevkar dibe.

Her li vir, ji Kurdistana lêborîn, hevqebûlkirin û pêkvejiyanê rêz û silavên Newrozê û bihnên biharê, ji bo gelên Iraq û deverê, cîhan û dostên gelê Kurdistanê li her dera lê bin, her wisa, ji bo Neteweyên Yekgirtî ku cejna Newrozê kiriye rojeke navdewletî dinêrîn û digel hemûyan ji bona aramî, seqamgîrî û aştiyê kar dikin.

Newroz li hemûyan pîroz be û hemû salan bi xweşî be.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

20 ê Adara 2022”

Nûçeyên têkildar