Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Partiya Ummeya Iraqî kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 16.03.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda Partiya Ummeya Iraqî ya bi Serokayetiya Mehmûd Husên Elakîlî kir.
Di vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin.
Her di vê civînê de şanda mêhvan êrîşa mûşekiya ser bajarê Hewlêrê şermezar kirin û bi destdirêjiya li ser serweriya Iraq û têkdana aramiya wê wesif kirin.




