25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîrê Iraqê bo Mesrûr Barzanî: Êrişa ser Hewlêrê nayê qebûlkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Duşema 14ê Adara 2022yan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şanda pê re civiyan.

Di civînê de li ser êrîşa terorîstî ya li ser bajarê Hewlêrê gotûbêj hat kirin û herdu alî hevnerîn bûn li ser wê yekê ku ev êriş destdirêjiyeke eşkere ye bo serweriya Iraqê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê her dem xwazyarê pêwendiyeke dostane ye ligel welatên cîran li ser bingeha rêzgirtina hevbeş, êrîşa ser Hewlêrê jî destdirêjî ye ji bo asayîş û seqamgîriya Iraqê.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî destnîşan kir ku ev êrîş nayê qebûlkirin û ew naxwazin axa Iraqê bibe qada milmilanî û nakokiyên welatan.

Di beşeke din a civînê de li ser biryara Dadgeha Federal a derbarê sektora petrol û gaza Herêma Kurdistanê de gotûbêj hat kirin û tekezî li ser çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê hat kirin.

 

Nûçeyên têkildar