Balyozê Yekîtiya Ewropa: Aramiya pêgeha Herêma Kurdistanê li cem me cihê girîngiyeke zêde ye

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de, Balyozê Yekîtiya Ewropa pêzanînên xwe ji bo rola cenabê Barzaniyê Nemir di xebata gelê Kurdistanê hebû.
Îro Dûşema 14.03.2022 li Selahedîn Serok Barzanî pêşwaziya Ville Varjola Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Yekîtiya Ewropa pêzanînên xwe ji bo rola cenabê Barzaniyê Nemir di xebata gelê Kurdistanê hebû, ji bilî tekezkirina li ser dostayetiya di navbera gelê Kurdistanê û Yekîtiya Ewrupa de, dilgiraniyên xwe yên kûr li hember êrîşa mûşekî ya ser bajarê Hewlêrê nîşan da û ew yek jî dûpat kir ku aramiya pêgeha Herêma Kurdistanê û Iraq li cem Yekîtiya Ewrupa cihê girîngiyeke zêde ye.
Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên desturî yên avakirina hikumeta nû ya Iraqê guftûgo kirin û di derbarê sedem û encamên êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê û hewldana ji bo têkdana aramiyê de axivîn.
Di beşeke dinî vê hevdîtinê de Serok Barzanî di bersîva pirsiyara Balyozê Yekîtiya Ewrupa di derbarê bi encamderên êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê de, ragihand ewên ku berpirsiyariya xwe di derbarê vê êrîşê de ragihandine bi rastî nikarin bi tu awayekî bersiva xelkeke din, li cihê pêwîst, bidin û ji bo vekirina abrûya xwe û veşartina bêşiyaniya xwe hêcetên bêbingeh tînin û êrîşî xelkê Hewlêrê yê bêtawan dikin.
Gefa terorê û çareserkirina sedemên koçkirinê mijarên dinî vê civînê bûn.




