Şêx Usame Temîmî: Wegirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî kareka normal û qanûnîye

Endamê serokatiya alîyê Sedir "Şêx Usame Temîmî" di hevpeyvîneka xwe de ya bi Ajansa "Franspress" re beha rewşa siyasî ya Îraqê û alozîyên sîyasîyên vî welatî kiriye.
Temîmî di beşek evê dîdarê de, balkêşand ser pêkolên aliyên siyasî yên Îraqê bo wergirtina baweriyê ji Serokê hukûmeta Iraqê "Nûrî Malikî" û eşkere kiriye ku, ev pêkolên han normal û qanûniye.
Werweha got, niha hevpeymaniya nîştimanî ya Iraqê dest bi pêkolên xwe bo berbijar kirina kesekî din di şûna malikî de kiriye.




