Mesrûr Barzanî: Hewlêr xwe li hember tirsonekan naçemîne

Hewlêr-KDP.info-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê êrîşa mûşekî ya îro berbangê de belav kir û ragihand: “Hewlêr xwe ji tirsonekan re naçemîne”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsî: “Hewlêr xwe ji tirsonekan re naçemîne. Ev êrîşa teroristî ya li ser çend cihên Hewlêrê hatiye kirin bi tundî şermezar dikim. Daxwaz ji xelkê me yê qehreman û xweragir ê Hewlêrê dikim aram bin û rêkarên saziyên ewlehiyê cibicî bikin. Spasiya xweragiriya we dikim.”




