26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezareta Derve ya Amerîkayê: Amerîka gelekî girîngiyê bi pêgeh û aramiya Herêma Kurdistanê dide

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Wezareta Derveya Amerîkayê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got, Amerîka gelekî girîngiyê bi pêgeh û aramiya Herêma Kurdistanê dide.
Îro Sarşema 09.03.2022 li Selahedîn Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Wezareta Derveya Amerîkayê kir ku ji xanima Jennifer Gavito Cêgirê Yarîdederê Wezîrê Derve yê Amerîka û Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê û Robert Palladino Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê û her wiha hejmarek ji şêwirmendên serbazî û siyasî pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de rewşa Iraqê û pêşhatên siyasî yên dawî û proseya siyasî û çareseriyên ji bo derbasbûna gefan û parastina aramiyê guftûgo kirin.

Her di vê civînê de tekez li ser hemahengî û karê hevbeşa hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê li şerê terorê de kirin.

Di beşeke dinê hevdîtinê de şanda mêhvan tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka gelekî girîngiyê bi pêgeh û aramiya Herêma Kurdistanê dide.

Rewşa Sûriyê û pêşhatên meydaniyên rûbirûbûna terorê li wî welatî mijarên dinên vê civînê bûn.

Nûçeyên têkildar