26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî bo şanda Amerîka: Dadgeha Dederal a Iraqê mafên Kurdistanê binpê dike

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 9.3.2022 pêşwazî li şandele Amerîkî bi serokatiya Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller kir. Şanda Amerîkî ji Fermandarê Hêzên Hevpeymanan a li Iraq û Sûriyê General John Brennan, Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Iraq û Îranê Jennifer Gavito, Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk û welatên Sûriye, Lubnan û Urdin Ethan A. Goldrich, Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Palladino û hejmarek rayedarên din pêk dihat. Di civînê de guhertin û geşedanên herî dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û rewşa Sûriye û navçeyê hatin gotûbêjkirin. Mijara sereke ya civînê li ser biryara Dadgeha Federal a derbarê petrol û gaza Herêma Kurdistanê de bû. Di vê çarçoveyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kir û destnîşan kir ku ev biryar, binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ye û xizmeta berjwendiyên welatiyan û seqamgîrî û aramî û asayîşa Iraqê nake. Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadebûna Herêma Kurdistanê jî ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêya danûstandinan û li ser bingeha destûrê nîşan da. Şanda Amerîkî piştevaniya xwe ji bo berdewambûna seqamgîriya aborî û siyasî ya Herêma Kurdistanê anî ziman. Gef û metirsiyên terorîstên DAIŞê û girîngiya berdewambûna piştevanîkirina Pêşmerge, mijareke din a gotûbêjên civînê bû.

Nûçeyên têkildar