26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Nerwîc li Iraq û Urdinê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Nerwîc li Iraq û Urdinê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Duşema 7.3.2022 pêşwazî li Balyozê Nerwîc li Iraq û Urdinê, Espen Lindback kir.

Di civînê de behsa rewşa giştî ya Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû û pêşxistina pêwendiyên Kurdistan û Nerwîcê hatin axaftin.

Balyozê Nerwîcê behsa bername û pilanên welatê xwe li Iraq û Kurdistanê kir û amadehiya xwe jî bo pêşxistina zêdetir ya pêwendiyên du alî di hemû waran de nîşan da.

Serokê hikûmeta Kurdistanê jî spasiya alîkariyên Nerwîcê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de kir û anî ziman ku Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe bi Nerwîcê re bihêztir û berfirehtir bike bi taybet di warê aborî û werberhênanê de.

 

Nûçeyên têkildar