Mesrûr Barzanî: Pêwîste bi ruhê Raperînê em berevaniyê li mafên xwe rewa bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, pêwîsteyên hêz û alî û xelkê Kurdistanê bi giştî bi ruhê dema Raperînê ve berevaniyê li destkeft û mafên rewa bikin.
Îro 05.03.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera 31.mîn a salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê ya Adar a 1991ê de peyamek belav kir.
Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî waha ye:
Di salvegera Raperîna serbilind a sala 1991ê de, ez pîrozbahiyekî germ ji Kurdistaniyan re, bi taybet ji Pêşmergeyên qehreman û malbatên şehîdên serbilind dikim.
Raperîn werçerxanekî dîrokî, daxwaz û peyama bihêz a gelê Kurdistanê bû, ango redkirina zulm û dagirkerî û bindestiyê bû ku di encama yekgirtîbûn û yekrêziya hemû xelkê Kurdistanê ve bi giştî pêkhatiye. Destkeftên mezin hatin bidest xistin û gelê Kurdistanê bû xwedî saziyên destûrî û karî ji bo pêşerojekî baştir pêngav bavêje.
Yek ji wan peyamên giring ê Raperîna 1991ê ew bû, ku ti demekî xelkê Kurdistanê dest ji maf û daxwazên netewî û jiyana azad û serbilind bernade. Ji bo wê jî qurbanên gelek mezin dane.
Îro jî pêwîste hêz û alî û xelkê Kurdistanê bi giştî bi heman ruh û germayiya Raperînê ve berevaniyê li destkeft û mafên xwe yên rewa bikin, ku bi xwîna hezaran şehîdan ve bidest hatine.
Em, xelkê berxwedêr ê Kurdistanê piştrast dikin ku bi hemû awayekî dê rijdbin li ser mafên xwe yên destûrî û Kurdistan wek nimûneyekî geş a pêşkeftin û avadanî û pêkvejiyana aştiyane ya hemû pêkhateyan dê bimîne.
Her serbilindbî salvegera Raperîna Adar a 1991ê
Silav li ruhê paqij ê şehîdên Raperîn û hemû şehîdên Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê




