Nêçîrvan Barzanî: Raperîna 1991ê bawerî û îradeya bihêz a gelê Kurdistanê bû

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera 31emîn a Raperîna gelê Kurdistanê de peyamek belav kir.
Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî waha ye:
“Bîranîna 31 saliya serhildana bi rûmet li adara sala 1991ê bi germî li malbatên serbilind ên şehîdan û pêşmergeyên mêrxas û hemû Kurdistaniyan li navxwe û derveyî Kurdistanê pîroz dikim.
Serhildan derbirîna xwestek, bawerî û îradeya bihêz ya gelê Kurdistanê bû ji bona jiyan û paşerojeka baştir û azad, serferaz û redkirina sitem û zordariyê bû, Berhemê xebat û qurbanîdana pêşmerge, gel û cemawerê serhildayî û yekrêziya aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê bû.
Serhildan deriyê vekirî yê Kurdistanê bû ji bo qonaxeka nû ya xwebirêvebirinê û damezirandina saziyên şeriî û fermî yên Herêma Kurdistanê ku pişitî azadiya Iraqê di destûrê da hatine bi cî kirin, di navxwe û cîhana derve jî da bi fermî hatine nas kirin û danûstandin pê ra tê kirin.
Di vê bîranînê da, em careke din tekîd dikin ku parastina azadî û destkeftiyên serhildanê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, erk û berpirsiyariya hevbeş ya hemû Kurdistaniyane û wefadariye ji bo canê paqijê şehîdan û hemû qurbaniyên rêya azadiyê.
Bila ev bîranîn bibe palderek ji bo zêdetir bihêzkirina canê biratiyê, bihevrabûnê, yekrêziyê û kûrkirina pêkvejiyanê, hevduqebûlkirinê, lêbihurînê û karkirin ji bona wan armancên ku şehîdên serhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê canê xwe li ser dana.
Tevî teqez kirina pêbendbûna me bi armancên serhildanê, em bi hêvî û umêd, bi bawerî û geşbînî ji bo paşerojeka baştir dinêrîn û bi rêz û hurmet ve bîranînên şehîdên sehildan û hemû şehîdên Kurdistanê dikîn.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê”




