25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û nûnera sekreterê NY rewşa siyasî û guhertinên dawî gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê Karubarê Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan rewşa siyasî û guhertinên dawî gotûbêj kirin.

Îro Çarşema 02.03.2022 li Selahedîn Serok Barzanî pêşwaziya Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de di derbarê pêşhatên dawî yên di nav proseya siyasiya Iraqê û pêngavên desturî yên avakirina hikumeta nû û çareseriyên ji bo derbasbûna astengiya siyasî li Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her di vê hevdîtinê de kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda û hewlên ji bo hevahengî û karê hevbeş ê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Iraqê guftûgo kirin û balkişandin li ser rola Neteweyên Yekgirtî di vî derbarî de.

Rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li ser asta navçeyî û navdewletî mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.

 

Nûçeyên têkildar