26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û fermandarê Hevpeymanan rewşa rûbirûbûna DAIŞê li Sûriyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir û di wê hevdîtinê de rewşa meydanî û rûbirûbûna terorîstên DAIŞê li Sûriye û Iraqê hat gotûbêjkirin.

Îro Sêşema 01.03.2022 li Selahedîn Serok Barzanî pêşwaziya General Brennan Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye kir.
Di hevdîtinê de rewşa meydanî û rûbirûbûna terorîstên DAIŞê li Sûriye û Iraqê gotûbêj kirin.

Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser hemahengî û karê hevbeşa hêzên Iraqiyan û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hengavên reform û çaksaziya Wezareta Pêşmerge kirin.

Di beşeke dinê vê hevdîtinê de şanda mîhvan dostayetî û hevbeşiya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan de dûpat kirin.

 

Nûçeyên têkildar