Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîka gefên DAIŞê li Sûriyê û rewşa kampa Holê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke serbazî ji Amerîka kir û di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîkî gefên DAIŞê li Sûriyê û rewşa kampa Holê gotûbêj kirin.
Îro Sêşema 01.03.2022 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz General Kiss Philips Berpirsê Bilinda Serbazî û Berpirsê Nivîsîngeha Alîkariya Emnî ya Amerîkî li Iraqê kir.
Di civînê de pêşhatên emnî yên dawî yên li Iraq û rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞê hate nirxandin û tekez li ser girîngiya alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin, bi taybetî jî li wan navçeyên ku valahiya emnî têda heye.
Di mijareke dinê civînê de behsa hengavên dawî ya proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge kirin û her du alî hevra bûn li ser girîngiya yekxistina Pêşmerge û berdewamiya piştgîriya Amerîka ya ji bo proseyê û ji bo pêşkêşkirina meşq û rahênanê bi Pêşmerge bi pêwîst zanîn. Her di vê derbarê de şanda mêvan spasî rola Serok Nêçîrvan Barzanî ya di proseya çaksazî û yekxistina Pêşmerge de kir.
Şanda Amerîkî dûpat kir ku rûbirûbûn û têkşikandina DAIŞê ya ji bo Amerîka karê pêşîneye û bi vê navê da jî ji nêzîk ve li karkirina li gel hevbeşên li Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê berdewam dibe, xweşhaliya xwe jî bi hevkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê derbirî.
Peywendiyên Hewlêr – Bexda, metirsî û gefên DAIŞê li Sûriyê û rewşa kampa Holê li Sûriye, pêşhatên dawî ya rewşa şer li Ukranya û çend pirseke dinê girîng û hevbeş bûn, mijarên dinê vê civînê bûn.




