26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda serbazî ya Amerîka kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 28ê sibata 2022yan pêşwazî li şanda serbazî ya Amerîkî ya bi serokatiya Şêwirmendê Bilind ê Serbazî kir.

Di civînê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gotûbêj hat kirin.

Herwiha di civînê de tekezî li girîngiya bihêzkirina hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo rûbirûbûna terorê hat kirin.

Şanda serbazî ya Amerîkî, pesnê çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û pêşveçûnên yekkirina yekeyên Pêşmerge da û bal kişand ser pêwîstiya berdewambûna piştgirîkirina Pêşmerge.

Nûçeyên têkildar