26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî sersaxî ji Kosret Resûl Elî re şand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya dayika Kosret Resûl Elî peyameke sersaxiyê jê re şand.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz Kak Kosret Resûl Elî

Bi mixabiniyeke mezin min nûçeya koça dawî ya dayika we ya birêz bihîst. Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û malbat û kesukarên we dikim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruhê dayika we ya xwedajêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
28.02.2022

 

Nûçeyên têkildar