Serokwezîr Kurdistanê sersaxî da Kosret Resûl

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya dayka Kosret Resûl, peyamek arasteyî wî kir.
Peyama wî wiha ye:
“Birêz kak Kosret Resûl, Serokê Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê,
Ji ber koça dawî ya dayka we ya birêz Zubêde Seîd xanim, sersaxiyê didim we û şirîkê xema we me. Xwedayê mezin ruha wê bi bihuştê şa bike û sebr û hedarê jî bide we û malbata we ya birêz.”




