26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Daxuyaniyên Berdevkê Malkî red kir

Çavkanî: KDP.info

Piştî daxuyaniyên Berdevkê Serokwezîrê Îraqê îro Peyvdarê Dîwana Serokatiya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev daxuyaniyên Berdevkê Malkî red kir û ev jî teksta daxuyaniya Dîwana Serokatiya Kurdistanê ye;


Dikarin gelek bi tundî û hişktir bersifa daxuyaniyên Berdevkê Malikî bidin lê jiber ku, nav hatî nehêjayê vê yekêye ku, mirov bersifa vî bide lewre em bi tenê dixwazin çend tiştan bibêjin.


Hevpeymaniya heyî ya di navbera Şîe û Kurdan de ewqas bihêze ku, ti car gotinên bêserûber yên kesên weke Yasîn Mecîd nikarin bandorê li ser vê bikin.


Çand û exlaqa Kurdewarî ev yek li ser me feriz dike ku, emê li hember kesên din serê xwe bitewênin û hevdem çanda han me hînê vê yekê kiriye ku, hertim li dijî Dîktator û sitemkaran jî rawestîn.


Em daxwaz ji Yasîn Mecîd û ev kesên ku, hana vî didin daku, êrîş bike û gotinên çewit bibêje, bila biçin xwe hînî çanda axaftinê bikin û bizanin ku, Îraq ne milkê ti kesekiye.

Nûçeyên têkildar