25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Roja Îna 18.02.2022 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek da li gel birêz Hulûsî Akar Wezîrê Berevaniya Tirkiye ku di dema beşdarîkirina li Konferansa Asayîşa Munich da birêve çû, behsa rewşa Iraq û encama hilbijartinan û hewlên wan rasterêkirina proseya siyasî kirin.

Di mijareke dinê hevdîtinê de tîşk xistin li ser peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistan li gel Tirkiye û tekez li wê yekê kirin ku alîkariya hevbeş û peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiye, ji bo dabînkirina aramiya li navçeyê de bin.

Şerê dijî terorê û metirsiyên serhildana DAIŞê li Iraq û Sûriyê, mijarên dinê hevdîtinê bûn.

 

Nûçeyên têkildar