Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derveyê Îranê rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Roja Îna 18.02.2022 her di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munich de, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Husên Emîr Ebdullahiyan Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê hevdîtinek encam dan.
Di hevdîtinê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamiya Îranê û warên alîkariyên hevbeş, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê, pêşhatên navçeyê bi giştî û guftûgoya Viyenna li navbera Îran û welatên rojavada, guftûgo kirin.
Herdu alî hevra bûn li ser girîngiya parastina aramiya li navçeyê û hêvî xwestin proseya siyasiya li Iraqê li berjewendiya tevahiya pêkhatên welat da bi alîkarî û hevdû têgihiştina hemuyan, rasterê bibe.




