Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniya Îtalya li Munichê civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û wezîrê berevaniya Îtalya li Munichê civiyan.
Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ku bo konferansa asayişa cîhanê çûye bajarê Munich yê Almanya, li ser twîttera xwe ragehandiye, bi wezîrê berevaniya Îtalya Lorenzo Guerini re hevdîtin kiriye.
Mesrûr Barzanî li ser naveroka civînê jî gotiye, di civînê de behsa rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalya kirine û têkestî li ser girîngiya hemahengiya navbera her du aliyan kirine bo rûbirûbûna terorê û aramî û asayişê li deverê.




