Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi wezîrê berevaniya Tirkiyê re civiya.
Civîn û hevdîtinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî di kevana konferansa Munichê de berdewam in.
Mesrûr Barzanî qasekî beriya niha bi wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar re civiya.
Di civînê de behsa rewşa Iraqê û pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyê hat kirin.
Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya hemahengiya navbera xwe bo aramî û asayişa deverê kirin.




