Berdevkê PDKê: Rêber Ehmed namzedê PDKê ye bo serkomariya Iraqê

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Rêber Ehmed namzedê PDKê ye ji bo serkomariya Iraqê.
Daxuyaniya PDKê wiha ye:
“Piştî wan pêşhatên siyasî, astengî û arîşeyên ku li hember hilbijartina serkomariya Iraqê hatin çêkirin, bo berdewambûna pêngavên Destûrî yên nav piroseya siyasî ya Iraqê, PDKê bi fermi wezîrê navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed kir kandîdê xwe bo kursiyê serkomariya Iraqê.
Mehmûd Mihemed
14.2.2022”




