Serokwezîrê Kurdistanê bi vexwendineke fermî diçe Qeterê
__2022_02_14_h22m17s35__RM.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwendina fermî ya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, tevî şandeke hikûmî, Sêşema 15.2.2022 serdana Qeterê dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe de ji bilî civîna ligel Mîrê Qeterê, dê ligel rayedarên din ên payebilind ên Qeterê jî bicive.
Armanca vê serdanê, gotûbêjkirina pêşvebirina pêwendiyên dualî yên li ser danûstandinên bazirganî, veberhênan, enerjî û çandiniyê ye.




