26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Opozisyona Sûryê alîkariya leşkerî ji konfêransa Romayê hêvîdike

Çavkanî: KDP.info

Cîgirê serokê Koalîsyona Netewî ya Hêzên Opozisyon û Şoreşa Sûryê (KNHOŞS) Riyad Seyf ji ajansa `Rêitêr` re ragihand, ku opozisyon `alîkariya leşkerî ya baş` ji nûnerên civaka navnetewî hêvî dike.

 

Duh ajansa `Rêitêr` ragihand, ku Waşington dikare di demek nêzîk de biryara derbarê şandina alavên leşkerî yên ne jibo armancên firînê ji artêşa Sûryê a Azad re bistîne. Berê ev alîkarî tenê ji opozisyona sûrî ya siyasî re dihat şandin. Li gor zanyariyên ajansê, ev biryar êdî roja Pêncşemê, dema wezîrê karê derve Jon Kêrî serdana Romayê bike bê stendin. Tê pêşnêrîn, ku Kêrî di çarçova konfêransê Romayê de hevdîtinê bi rêberên opozisyona Sûryê re bike.

 

Berya demekê wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sêrgêy Lavrov hêvîkir, ku nûnerên opozisyona Sûryê di hevdîtina `grûpa dostên Sûryê` de qebûlbikin jibo gotebêjan bi desthilata welêt re bikin û nûnerên xwe yên jibo vê diyalogê binavbikin. Wezîr destnîşankir, ku wezîrê karê derve yê Sûryê Welîd Mûelim roja Duşemê serdana Moskowê kir. Nûnerê Şamê piştraskir, ku yekîna wan ya jibo gotebêjan heye û amadeye destbi diyalogê bike.

Nûçeyên têkildar