26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Malikî: Têkçûna Esed tê wateya şerekî navxweyî li Iraqê û Herêmê

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info/ Serokwezîrê Êraqê hişyar dike ku eger opozisyona Sûriyê biserkeve û bighê desthilatê, wê şerê tayfî li Iraq û Libnanê hilbibe.

 

Serokwezîrê Êraqê Nûrî Malikî duh Di daxuyaniyekê digel ajansa Esoşîtid Pres de ragihand, ku serkeftina hêzên dijberî rêjîma serokê Sûriyê Beşar El-Esed, wê rê li ber şerên navxweyî  û ta`îfî li Iraqê û Libnanê vekê, her wiha wezîrê guhestinê a Iraqê Hadî El-Amirî diyar kir ku alîkariya, ku Tirkiyê û Qatarê dide hêzên çekdar yên oposizyonê Sûriyê tê wateya ragihanda şer li dijî Iraqê.

 

Nurî Malikî got: “Ez tu ronahiyekê di dawiya tunêlê de nabînim, heya ku cihan li ser piştevaniya çareseriya siyasî û diyalogê li Sûriyê nebe yek tu alî nikarin bi zora çekan û hêzê û şer serkeftinê bi dest bixin

Nûçeyên têkildar