26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî tekezî li ser giringiya pirojeya xeta tirênê li Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li nûnerê wê kompaniya Almanî kir ya ku bo projeya xeta tirênê ya Kurdistanê bi hikûmetê re girêbest îmze kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Pêncşema 10.2.2022 pêşwazî li berpirsê kompaniya Almanî ya hêla hesin ya bi navê Deutsche Bahn li Ewropa û Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk, Vincent van Houten kir.

Di civînê de ku konsulê giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê, Klemens Semtnerjî amade bû, nûnerê kompaniya Detsche Bahn kurte raportek li ser wê girêbesta ku di navbera wan û hikûmeta Kurdistanê de hatiye îmzekirin, pêşkêşî Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir. Nûnerê wê kompaniya Almanî da zanîn ku ev pêngaveka destpêkê ye bo destpêkirina pirojeyeka wiha girîng ku di ji çend qonaxan pêk tê û ji aliyê çend kompaniyan ve tê cîbicîkirin.

Serokê Hikûmeta Kurdistanê jî tekezî li ser girîngî û stratejîkbûna pirojeya xeta tirênê ya Kurdistanê kir ku dê bibe sebeba bihêzbûna jêrxana aborî ya Kurdistanê û pevgirêdadna bajar û deveran û pêşxistina danûstandina bazirganî di navbera Kurdistan û deverên din yên Iraqê û welatên cîran û cîhanê.


 

Nûçeyên têkildar