Fazil Mîrzanî: Pêngavên Berhem Salih ziyan gihandine Kurdan û tişek ji bo Kurdan nekiriye

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî dibêje, bi nerîna me Berhem Salih hinek pêngav avêtiye ku gerek ew pêngav neavêtiba, ji ber ku ziyan gihandiye Kurdan û wî ji bo Kurdan tiştek nekiriye.
Fazil Mîranî ji Dengê Amerîka re ragihandiye: “Dibe ku em û YNK li ser kesekî lihev bikin ji bo kursiyê serokmar, ku ne ji herdu aliyan be. Ji bo Kurdistanê kursiyê serokmar ti qazanca wê tune ye. Tenê Mam Celal Talebanî bi pêwendiyên xwe ji bo Kurdistanê kar dikir. Ez bawer nakim piştî Mam Celal yek ji YNK were yan ji PDKê here û karibe wek Mam Celal kar bike.”
Derbarê pirsa hebûna nerazîbûnê li cem PDK li ser kesê Berhem Salih ji bo ku bibe serokmarê Iraqê, Mîranî wiha got: “Bi nerîna me, Kekê Berhem Salih hinek pêngav avêtiye ku herek navêtiba, ji ber ku ziyan gihandine Kurdan û ji bo Kurdan tiştek nekiriye. Kekê Berhem zîrekiya xwe ji bo Kurdan bikar neaniye. Ji bo YNK û PDK jî bikar neaniye. Em dikarin bêjin bo şexsê xwe bikar aniye.”




