25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şanda Encûmena Bilinda Îslamî ya Iraqê pesnê ezmûna serkeftî ya Kurdistanê da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li serokê encûmena bilind a Îslamî ya Iraqê û şandeya li gel kir û di hevdîtinê de gotûbêj derbarê pêşhateyên dawî û guhertin û proseya siyasî ya li Iraqê û hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hate kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li serokê encûmena bilind a Îslamî ya Iraqê Humam Hemûdî û şandeya li gel kir.

Di hevdîtinê de gotûbêj derbarê pêşhateyên dawî û guhertin û proseya siyasî li Iraqê û hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin kirin û ji bo berjewendiya giştî û çareseriya pirsgirêk û nakokiyan, behsa giringiya hemahengi û li yeknêzîkbûna hêz û aliyên siyasî bi rêya gotêbêjan ve hate kirin

Şandeya Encûmena Bilinda Îslamî ya Iraqê pesnê ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê da û amaje bi wê yekê kir ku serkeftina herêmê serkeftina hemû Iraqê ye û pêwîste hemû hewldanên xwe em bihêz bikin ji bo zêdetir xizmet kirina giştî ya hemwelatiyên Iraqê.

Nûçeyên têkildar