26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Serokê Encûmena Bilinda Îslamî ya Iraqê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Humam Hemûdî Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê û şandeke li gel de kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî û guhertinên di nava proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin û ronahî xistin li ser hengavên destûrî yên piştî hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê.

Her di vê hevdîtinê de ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera pêkhatên Iraqê, tekez li ser nêzîkbûn û hemahengî û berdewamiya peywendiya di navbera aliyên siyasiyan kirin û ev yek jî ji bo derbaskirina gef û pêşxistina proseya siyasiya Iraqê dane zanîn.

 

Nûçeyên têkildar