Serok Barzanî dê bi tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê re giftûgo bike

Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Dr. Fuad Husên ragihand ku, bi mebesta çareser kirina kêşe û qirîza heyî ya li Îraqê de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî dubare dest bi hewldanên xwe yên ji bo lihev nêz kirina aliyên siyasî û saz kirina kongreya niştimanî ya Îraqê kiriye.
Husên eşkere kir ku, kêşeyên heyî yên li Îraqê de ne kêşeyên navber du alî anjî sê aliyane belkû, kêşeyên giştî ne û tevahiya prosesa siyasiya Îraqê dane berxwe lewre çareser kirina wan kêşeyên han jî hewldanên giştî dixwazin.
Çavkanî di beşeke din ya axaftinên xwe de anî ziman ku, di destpêka Hefteya pêşiya me de dê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî dubare dest bi hewldanên we bike û bi tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê re giftûgo dike û armanc ji vê yekê jî eve daku, bizanin ka gelo aliyên din yên Îraqê çiqasî amadene ku, qirîza heyî û kêşeyên heyî derbas bikin.




