Mesrûr Barzanî desteguleke dilsoziyê li ber monumenta şehîdên 1ê Şibatê danî

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq, li ber monumenta şehîdên 1ê Şibatê, merasîmek ji bo bibîranîna şehîdan hat birêkxistin.
Destpêkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê desteguleke dilsoziyê li ber monumenta şehîdên 1ê Şibatê danî, piştre jî Seroka Parlamentoyê, nûnerê Serokatiya Herêmê û hejmarek ji nûnerên sazî û dezgehên hikûmî û hizbî û malbatên şehîdan, destegul danîn.
1ê Şibata 2004an du teroristan xwe li baregehên Liqê 2 ê PDKê û Malbenda 3 a YNKê li Hewlêrê teqandin û di encamê de 103 kes ji endam, kadro û serkirdeyên herdu partiyan şehîd bûn û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.




