Serokwezîrê Brîtanya bo Nêçîrvan Barzanî: Emê pêbendî asayişa demdirêj a Herêma Kurdistanê bin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Brîtanyayê nameyek ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandiye û tê de dibêje, “Brîtanya dê pêbendî seqamgirî û asayişa demdirêj a Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê bimîne.”
Nameyeke Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson gihişt Nêçîrvan Barzanî.
Di nameyê de Serokwezîrê Brîtanyayê, pêbendiya welatê xwe bi seqamgiriya demdirêj a Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat dike.
Serokwezîrê Brîtanyayê jî di wê nameyê de behsa serdana Nêçîrvan Barzanî dike û wê serdanê ji bo kûrkirina “peywendiyên nêzîk” û gotûbêjkirina alîkarî û hevkariya di navbera herdu aliyan de, wek “derfeteke girîng” binav dike.
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson “Kêfxweş bûm ku Îlona derbasbûyî min li Londonê mazûvaniya we kir, piştî ku min sala 2015an serdana Hewlêrê kiribû. Brîtanya hevbeşiya me gelekî bilind dinirxîne û Brîtanya dê pêbendî seqamgirî û asayişa demdirêj a Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê bimîne.”
Boris Johnson di nameya xwe de dibêje, “Civîna me ya Îlonê derfeteke girîng bû bo kûrkirina peywendiyên me yên nêzîk û gotûbêjkirina wê hevkariya gelek girîng a ku me li dijî DAIŞê heye û herwiha ji bo danûstandina bîr û nêrînan li ser pirsgirêkên navçeyê.”
Serokwezîrê Brîtanyayê di beşeke din a nameya xwe de behsa wê projeya çaksaziya Pêşmerge û peywendiyên Hewlêr-Bexdayê jî dike û dibêje, “Bi bihîstina baştirbûna peywendiyên we li gel hikûmeta federal a Iraqê, kêfxweş bûm. Herwiha Brîtanya piştgiriyê li daxwaza te ya ji bo çaksaziya li rêzên Pêşmerge dike.”




