25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û berpirsên Îmarat dê guhertinên navçeyê gotûbêj bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî geheşt bajarê Ebu Dabî ya paytexta Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat).

Îro Sêşema 25.01.2022yê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo serdanekî fermî geheşt Îmaratê û ji aliyê berpirsên payebilindên Îmaratê ve li balefirgeha Ebu Dabî pêşwazî li serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin.

Di vê serdanê de serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li gel welîahdê Ebu Dabî û cîgirê fermandarê bilind ê hêzên çekdar Şêx Mihemed Bin Zayd El Nehyan û wezîrê derve Şêx Ebdula Bin Zayd El Nehyan û berpirsên payebilindên din ên welat re bicive.

Di hevdîtinên Mesrûr Barzanî û berpirsên payebilindên Îmaratê de guftûgo dê derbarê guhertin û pêşkeftinên li Iraq û navçeyê û derfetên pêşxistina pêwendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Îmaratê, herwaha bihêzkirina mekanîzmayên hemahengî û hewkariyê di warên cuda de bê gotûbêj kirin.

Nûçeyên têkildar